Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Ev bû zêdetirî 7 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.
Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên ku di 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 66 kes hatin şehîdkirin, 138 kes jî birîndar bûn.
Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 34 hezar û 454, hejmarê birîndaran jî derket 77 hezar û 575kesan.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Muhammed Ûld Abdulazîzê Sorokkomarê berê ya Morîtanyayê diyarkir ku, ew nakeve hilbijartina ku di 29 Hezîranê de wê bê kirin.
Ensarullahê Yemenê, diyar kir ku ew li Behra Sor yek destroyerê Emrîqayê yek jî keştîya sîyonîstan hedef girtin û herdu keştî jî îsabet girtin.
Hat ragihandin ku li eyaleta Gor a Efxanîstanê helîkoptereke leşkerî ket çem, kesek mir û 12 kes jî birîndar bûn.